REWŞA RAGIHNDINA NIVÎSKÎ YA Bİ ZİMANÊ KURDÎ DI PÊVAJOYA ŞOREŞA ROJAVA DE

0

SÎPAN CAN

Gotin dibêje “eger tu dixwazî civakekê nas bikî ragihandina wan ya nivîskî bişopîne”

Bê goman ji roja ku li cîhanê li ser dîwarên şikeftan û piştre li ser pelan mirovahî dîroka xwe tomar kir, nifşên nû ji wan tomarkirinan dîroka xwe naskirin. Ji xwe weke têgîn “ragihandina nivîskî û çapkirî” belkî nû bin; lê di her demê de mirov ji pêşerojê re arşîv bi nivîs an jî bi wênsaziya li ser tehtan kevneşopiyek xwe hêştiye. Lewra ji berê de, mirov bi cureyên renge reng dixwest xwe bi derdora xwe bide nasandin.

Di sedsala 21’ê de, têgînên mîna “ragihandin û medya” zêdetir pêşketin, ragihandina ku bingeha wê rojname û kovar bûn bi derketina televiziyon û radiyoyan hêdî hêdî bandora wê nema, lê gelek welat hîna jî bingeh raginahdina nivîskî ji xwe re digrin.

Li Rojavayî Kurdistanê bi destpêka şoreşê re ji sala 2011 û vir ve, derfetek mezin li pêş ragihandinê vebû, û di nav de ya nivîskî, li cihekî wek sûriyê ji ber zexta rêjîma Baas, ragihandin tenê bi belavokên pratiyan sînordar bû, lê derfeta heyî di nava 8 salan de, hêşt ku bi dehan dezgehên ragihandina nivîskî ji rojname û kovaran bên avakirin.

Lê; pirsa me ew e, di nava vê dema ku êdî ber bi deh saliya xwe ve diçe, rewşa ragihandina nivîskî çawa bû, xwedî weşangeriyek bi çi rengî bû, bandora xwe li ser civakê çibû, gelo têkilî di navber xwîner û nivîskar de hat avakirin û hwd…

Em ê li ser gelek xalan rawestin û mijara rewşa ragihandina nivîskî ji bo gotûbêjkirinê vekin:

Rojname û kovar çawa derketin:

ê ku dezgehên ragihandina nivîskî cudatirî demên berê dike, gelemperiya dezgehan bi avbûna saziyên sivîl dest bi weşana xwe kirin. Di vê wateyê de, kêm zêde ji asta partîtiyê derbasî rewşa saziyên civaka sivîl bû; lê bi qasî ku sazî hatin avakirin rojname û kovar jî derketin û bi xwe re hejmarek gelek mezin ji weşanan derxist holê (rewşenbîr, ciwan, jin, zarok, ramiyarî, siyasî, îdolojî, olî û hwd) niha zêdetirî 40 dezgehên ragihandina nivîskî hene û her ku diçe zêde dibin. Lê; pirsek li vir derdikeve holê evqas dezgeh gelo hêviyên jê dihatin pêk anîn an na?

Asta weşangeriyê, bikaranîna ziman û têgînan û beşa civakê ya armancgirtî:

Ya herî girîng di weşanên nivîskî de asta weşangeriyê ye, ev ast jî, di bikaranîna rast a ziman de derbasdar e. gelek weşan li gorî pîvanên pîşeyî nayên nivîsandin û di asta amtor de dimîne. Ya din bi qasî ku nivîs di nava xwe de tenê nêrîn û hestên nivîskar û dezgehê dihewîne, agahiyên nû ku civak jê sûdê werbigre nîne. Li aliyek din jî, kovarên ku rengê xwe yê îdolojîk heye, pirê caran hejmar ji hejmar nayê ferqkirin, ji ber hemû hejmarên wê dişibin hev.

Bi taybetî, mijara bikaranîna ziman, nexasim, zimanê kurdî, hîn jî bi sedan pirsgirêk hene. li ba her sernivîserê kovarekê gotinek heye ” zimanê me yê herî raste” ev pirsgirêk hêştiye ku her berhemek li gorî zanûbûna kesayetên di wan saziyan de ziman bê diyarkirin. Lewra di mijara ziman de hîn jî zelaliyek nîne.  Lewra her weşangeriyek me li gorî xwe ziman diyar dike.

Di mijara têgîn û ferhengnasiyê de jî, pêwîste her cure kovar li gorî beşa xwe di nava lêkolînên têgînên bi zimanê kurdî yên di derbarê mijarên zanistî, felsefî, olî, û hwd. Lê ya hêsan ew e ku nivîskar têgînên bi erebî û tirkî û her wiha farisî dixin nava weşanan.

ji aliyek din ve, zêdebûn carnan dibe dûbarekirin û encamên pêwîst jê nayê girtin. Ango, zêdekirina dezgehan nayê wateya ku em ê karibin beşa civakê ya armancgirtî bandor bikin. jiber gelek kovar beşa civakê ya ku ji xwe re armnacdigire di nava mijarên kovarê de nayê dîtin, wek mînak, kovar ya rewşenbîr an jî sporê be; lê pirsgirêkên wan têde nebin. Yanî ji bo çi û ji bo çi armancê ev kovar an rojname derdikeve ne diyare!!!

Nivîskar û xwîner:

Têkiliya di navber xwîner û nivîskar de bi hev ve girêdayî ye, bi qasî ku xwîner hebin wê nivîskar jî hebin berûvajî wê jî rastiyeke. Lê gelo, ev têkilî avabûye an na? Bi ya min hîn jî ev têkilî ne hatî avakirin, sedem jî ev in. civaka me bi xwe hînî xwendinê (taybet nifişa nû) û nivîskar jî ji derdê civakê zêdetir propogandaya aliyek siyasî an jî analîzên xwe yên flesefîk dinvîse, lewra bi van mijarên giran bala xwînerê normal nayê kişandin û tenê  nivîs ji çîna rewşenbîran re dimîne. Ji nava xwîneran jî bê goman rojnamegerin, lê mixabin gelemperiya hempîşeyên me berê xwe didin cureyên din yên ragihandinê, di demeke ku ya bingeh ragihandina nivîskî ye.  lê, bi qasî ku di nava civakê de hezkiriyên nivsandinê hebin, dezgehên ragihandina nivsîkî nikarîn berxwe ve bikşînin, û di mijara piştgiriya wan de gelek lawaz man, lewra gelek ji wan karên cuda cuda ji bo debara jiyanê mijûl dibin. Lê rengek din ji nivîsakaran heye ew jî xwediyên pênûsên xortin ku tenê hizirên xwe ji bo xwe dinvîsin û naxwazin bên belavkirin û civak jê sûdê werbigire.

Çapkirin û çapxane û pirtûkxane û weşanxane:

Dema em dibêjin berhem zêde ne, mebest ew e dema encam negire wê demê zêde ye. lê eger em li welatên din binêrên bi hezaran weşanên nivîskî hene. wê demê yên me kêm in. di serî de pirsgirêka herî mezin ku dibe kelem li pêş weşanan kêmbûna çapxaneyan e, ji xwe di dema berî şoreşê de qet nebûn. Niha tenê du hene, ew jî di ber re naghêje ku her tiştî çap bike, hin caran ji ber nebûna pelan rojname û hemû tişt radiweste. Ji aliyê piştgiriya vê yekê, gelek caran berhemên bi nirx derdikevin lê ji ber nebûna fînanse radiweste. Ji aliyên peywendîdar ve jî piştgirî nîne, taybet rêveberiya xweser tu qanûn di derbarê vê yekê de nînin. Gelek berhemên tên çapkirin jî ji aliyê forma wê de tevlîhev û çavê şopdaran diêşîne.

Ji xwe di mijara pirtûkxane û weşanxaneyan de jî tevî ku hewldan hene jî; lê mijara çapkirina pirtûk an jî kovar ji aliyê weşanxaneyan ve bi aweyekî seranser tê nêrandin. Tenê tê gotin ” bila berhemek derkeve”, lê ev berhema ku dîrokeke têde tê tomarkirin çawa ye,  gelo gengaze bê belavkirin û bighê ber destê xwîneran nayê pirskirin?

Cihêrengî û ziman

Bi tenê ne kurdî û erebî, bi şoreşa rojava re, zimanên ku berê weşanên wan nebûn jî derketin holê. Niha li herêma Cizîrê wek yekem kovara Orahî ya bi zimanê sûriyanî û her wiha hewldan ji aliyê turkmen û Çerkesan ve heye ku karibin bi zimanên xwe berhemên xwe derxînin. Ev rewş tevî rewşa weşanên bi zimanên kurdî ku ew jî bi xwe qedexekirîbû bi awayekî wekhev di nava sîstema vî welatî de tên pêşxistin. Lê eger em beramberiyekê çêkin mirov dibîne ku heya asteke mezin tevî lawaziyan, weşanên kurdî hê zêdetir ji yên Sûriyanî zûtir xwe avadike.

 

Weşana bi kurdî çiye?

Di bawariya min de sêaliya vê mijarê girîng e. ” bixwînin, binvîsînin û bipeyvin” ango ji erebî wergerandin û weşandina wê tucarî nabe weşangeriyekî bi kurdî. Ragihandina nivîskî tenê bi çend gotar û hin rojnameyan her sêaliyê mijarê pêk nayîne. Lê  ji sedî 90 ji dezgehên me yên kurdî weşanên xwe ji bingeha erebî,tirkî, farisî hatine wergerandin.  Li gel vê yekê avakirina ragihandinek xwerû ya bi zimanê kurdî ne di xema kesî de ye. hewldanên hebin jî têrê nakin. Bi kurtasî, hizir kurdî be, nivîs kurdî be, wê weşan jî kurdî be.

Gelo em girîngî didin çi di weşanên xwe de?

Ev pirs gelek caran di mêjiyê min re diçe û tê; gelo wek ragihandina nivîskî, me çi pêşkêşî xwîner û civakê kirî? Mixabin di hemû cureyên nivîsan de, roman, helbest, gotar û hwd..

Bi sedên nivîsan hene ku mirov lê matmayî dimîne. Nivîskar li cîhanekî ye, û rastiya derdorê wî li cîhanekî din, ne ew ji wan û ne wan ji wî tiştek  famkiriye. Bi gotinek din, rewşa civakê nezanîn û li gorî wê di cîhanek fantasî de nivîsandin. Li pirsa me ew e, divê nivîskar çi binvîse û girîngî bide çi, divê nivîskar bi çi re mijûl bibin:

Ji bo pêşxistina ragihandina nivîskî ya kurdî gavên pêwîst çine?

Di warê qanûnî de, qanûnên pêwîst ku piştgiriya ragihandina nivîskî dike bê derxistin.

Avakirina komîteyek şopandina berhem û weşanan ji hemû aliyan ve.

Girîng e, herdem, mîna  dîdargeh û civîn û diyalog bên li dar xistin.

Ji hemû ragihandinên din tê xwestin ku balê bikşînin ser ragihandina nivîskî û propogandeya xwendin û nivîsandinê bikin.

Ji saziyên sivîl û yên rêvberiya xweser tê xwestin ku piştgiriya ragihandina nivîskî bikin.

Ji bo avakirina pirtûkxane û weşanxaneyan ji desteya çand û hunerê piştgirî tê xwestin.

Ji bo beşa ragihandina nivîskî ya kurdî bê pêşxistin, pêwîste minhacên fêrkirinê ji aliyê zanîngehê ve bên derxistin û fakulteya ragihandinê bê avakirin.

Avakirina komîteyek lêkolîna di derbarê têgehên ragihandinê.

Divê hin weşanên rojane bê derxstin, ango rojnameyên rojane bê çapkirin pêwîstin.

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.