ROJNAMEGERIYA KURDÎ DI QIRAXÊN AZADIYÊ DE DIJÎ

0

 

Derwaz

Rojnamegerî ne tenê bi karê ragihandinê dirabe yan veguhastina nûçe û bûyera ye, erkê sereke ew e ku rojnamevan bi  doz û pirsgirêkên cemawer mijûl bibe û karibe bûyeran wekî rastiya wan derxe pêş û şirovekirinek zanist bi qasî giringiya rûdanan rave bike û çanda xwenasîn û lêgerîna rastiyê li rex xwêner û dîdevanan bi pêşxîn e,  ev hemû jî pêwistî bi karê pisporî û pîşeyî heye, ya ji hemûyî giringtir ew e ku rojnamevan xwedan sinc be û berpirsiyariya xwe li gor pîvanên ragihandina azad û pirensîpên xebatê tev bigere.

 

Destpêka derçûna rojnamegeriya kurdî ji encama helperîna giştî ya netewên di nava Dewleta Osmanî de jiyan dikirin û ji encama hinek fişarên desthilatdariyê li ser netewên di nava dewleta Osmanî de jiyan dikirin û pêla belavbûna hinek sazî û dezgehên hînbûn û avakirina sandîka û vebûna zankoyên biyanî li seranserî welatên di bin serweriya Osmaniyan de û ji encama pêşkeftina rewşa darahiya civakê bi giştî û xwestekên pêwist ên netewan ji bo qizinckirina hinek mafên sereke wekî nasnameya xweza ya niştimanî û çandî, ji lew  hewldanên serweriya Osmaniyan  ji bo hinek çaksazkirinan di qûnaxa serweriya  Îbrahîm Paşa de ,nemaze li Şam “Sûriye – Libnan” û Misr derketin pêş. Ango heta radeyekî fişara li ser nivîsa bi zimanên netewî hate rakirin û yekem rojnameya bi zimanê erebî di wê serdemê de li Istanbolê bi navê “Mir-at Elehwal” di sala 1880 de derket.

Hişyariyek netewî bi giştî li rex miletên di bin desthilatdariya dewleta Osmanî de peyda bû, ji lew zanyar û pêşengê hemû netewan bi hilperînên xwenasîna netewî rabûn û yekek ji wan miletan , miletê kurd bû, rola Bedirxaniyan ji vê hêlê ve berbiçav û diyar e, nemaze piştî bidawîhatina mîrnişînên kurdî li seranserî kurdistanê û têkçûna mîrnişîna Bedirxaniyan û sorgunkirina malbatê û derbider kirina wan li welatên biyaniyê. Di sergotara hejmara yekem ji rojnameya kurdistan de rêzdar Midhet Bedirxan weha aniye ziman ” armanca min ji çapkirina vê rojnameyê “kurdistan” ew e ku ez pûtedanê bi doza gelê xwe yê kurd bikim û wî hînî zanebûn û fêrkirina zimanê wî bikim û serderiya naskirina şaristiya cîhanî û pêşkeftina wî verêsim, armanca min ew e ku ez xizmeta bercewendiya gelê xwe bikim û asta rewşenbîrî û çanda welatê xwe pêş bixim “.

Rojnameya Kurdistan di 22-4-1898an li Qahire hejmara xwe ya yekem weşand, bi çapkirina rojnameya kurdistan, mîr Midhet Bedirxan stûna avakirina rojnamegeriya kurdî avakir, her çendî ew rojname bi erêkirina desthilatdariyê mafê çapkirinê wergirtibû jî, lê herdem di bin fişar û qedexeyê re rû bi rû di ma, lewra cihê weşana xwe li gelek welatan veguhast.

Rojnameya Kurdistan piştî çapkirinê dihate bajarê Şamê û bi qasî 2000 kopî ji bo tevaya kurdistanê bê pare dihate belav kirin, gelek nivîskarên kurdistanî pênûsên xwe li ser rûpelên wê xêz dikirin.

Bi derçûna govara Hawar û Ronahî re ji bal mîr Celadet Bedirxan û Kamîran ve,  pêngavek ber biçav derkete pêş ji hêla çandî û rewşenbîrî ve, nemaze derçûna govarê xwerû bi zimanê kurdî û bi karanîna tîpên latînî, her çendî nivîsar û gotar di warê siyasî û dîrokî de bûn jî, lê guhdan bi wêje û edebiyata kurdî ji “çîrok, helbest û hunera kurdî li pêş bû,piraniya zanyar, nivîskar, wêjevan û helbestvan kişandibû ber bi baskê xwe ve û berhemên wan di weşandin û pesendkirina nivîsa bi tîpên kurdî yên latînî di rêzimana kurdî de rewa kir.

 

Di vê gotara xwe de dixwazim ragihînim ku veqetandina mijara rojnamegeriya kurdî bi tenê li rojava ne di cih de ye, ji ber ku rojnamegeriya kurdistanî bi giştî hev temam dike, di her rojnameyek kurdistanî de nûçe yan doza gelê kurd di hemû parçeyan de, kêşeya civak û netewî dihatin gotûbêj kirin. Xala din ew e ku em berê xwe tenê didin rojnamegeriya kurdî bi tîpên latînî, ev e jî xalek lewaze ji ber ku du parçeyên kurdistanê (rojhilat û başûr) têne paşguh kirin. Ji bo nivîsandina bi zimanê kurdî pêwiste û erekek netewî ye, lê bile newe jibîrkirin ku  em di wê baweriyê de ne ku giringiya nivîsandina bi zimanê biyanî ji bo têperbûna rewşa cîhanî pêwiste, lê ji erkê netewî û sincî ye dema rojnamegeriya kurdî xwerû bi zimanê kurdî be, lê diyardeya nivîsandina wêje û weşana rojnamegeriyan bi zimanê erebî di rojavayê kurdistanê de ne tenê kêmasiyeke, belê ew helwestek tirsnakdare û rewşa asîmilekirina netewa kurd dikeve biveyeke ciddî .

Ka em vegerin mijara xwe û berê xwe bidin pêngava piştî damezrandina partiyên kurdî li 14 hezîrana 1957 de, rojnamegeriya kurdî rûyê (hiyadiyet) bi giranî winda kir û bû berdevkê partiyan, rojnamegeriya kurdî nema dikarîbû xwe dûrî tevgera siyasî bike, ji lew bû parçeyek girêdayî tekoşîna siyasî, bi gotina ku rojnamegeriya kurdî wekî rojnamegeriya partiyan  , ne wek rojnamegeriya sazî û dezgehan cihê xwe girt. ango xebat ji bo tekoşîna siyasî û hişyarkirina netewî xwe da pêş, her çendî guhdanek bi wêje û çanda kurdî heta radeyekî hebû jî , lê bi têra xebata wêjevanî û ramangeriya netewî ya giştî nekir, mebesta min ew e amaje pê bidim ku rojnamegeriya kurdî di hêla raman de wekî pêla wê serdemê bi propagendeya Idyolojî ya çepgir li şûna ramangeriya çepgir xwe da pêş.

Bi giştî em dikarin bêjin ku ragihandina kurdî ,qûnaxek hestiyar derbas kiribû û heta radeyekî berpirsiyariya xwe ya netewî û siyasî bi cih ani bû, lê di hêla pêşxistina çand û rewşenbîriya kurdî de hîna lewaze û ne gihaye pileya erk û xwenasînê, her wisa jî nekariya pîvan û pirensîpên rojgarî pêk bîne.

 

Astengiyên li pêşber rojnamegeriya kurdî

Dema em werin ser babeta qedexeya li ser miletê kurd û li ser kiryarên rêjîma Sûriye ya ku li dijî hemû pîvanên mirovî û yasayên gerdonî, yekser wê qedexeya li ser partiyên siyasî xwe bide pêş, lê ya rast qedexeya li ser nivîskar û rojnamevanan du qat bû, bi sedema ku partiyên siyasî dikarin bikevin bin kontrolê û fişara rêjîmê ew bê bandor kiribû ta radeya bêbandoriya piraniya partiyan di nava civakê de , lê rêjîmê bi hemû hêza xwe nekarîbû pênûsa di destê nivîskaran de bê diwêt bihêle yan bê bandor bike, tirsa rêjîmê jî ji veguherîna hişmendiya civaka kurd û hişyarkirina wê bi alavên ragihandin û wêjevaniyê pir tirsnak bû, ev e jî sedemek sereke bû ku pêstûrî li ser ziman û çanda kurdî dijwartir be.

Roj bi roj astengî ji layê rêjîmê ve li pêşber rojnamevan û nivîskaran derdiketin pêş, ta radeya ku yek nivîskar di rojavayê kurdistanê de bê vekişandin û lêpirsîna hêzên ewlehî nema ye, ji hêla din ve partiyên kurdî bi xwe jî bûn kelem di riya weşan û ragihandina serbixwe de, ta radeya paşguhkirin û reşkirina nivîskarên kirasê partiyên kurdî li xwe nekirîn.

Li tevaya rojhilata navî , rojnamevan di qiraxê azadiyê de jiyan dikin, karê rojnamevaniyê pêwistî bi ceger û wêrekiyê heye, lê dema bêhêvîtî serdest be, wê çaxê rojnamevan tişta dixwaze bêje nabêje û tişta dixwaze binivîse na nivîse, li seran serî kurdistanê jî ev ralîte rûniştiye, ev bo hokarek ku hejmarek rojnamevan pûtedanê bi hinek babetên hestiyar nadin û naxwazin bibin amûrek kartêkirinê di destê partiyan de, ji ber ku di encamê de wê deryê rexne li hember xwe vekin û bi aliyên siyasî, civakî û heta olî re têkevin nakokiyan, ji ber vê çendê kiryarên desthilatdariya rêveber a siyasî û fişara dijwar a rêjîmê hêla ku xemsarî û bêhêvîtiya nivîskar û rojnamevanan li rû bide.

 

Rojnamegeriya kurdî ji warê çapkirina kaxetî derbasî qûnaxa weşana enternet bû. 

Nivîskar û rojnamevanan ji kêmderfetiya di destê wan de, yan rawestiyan û yan jî tevlî xebata siyasî ya partiyan bûn, çalakbuwîna wan jî girêdayî rewşa siyasî bû, bi pêla xebata siyasî ve girêdayî, pêre bi hêrs û geş dibûn, lê mixabin gelek caran ber bi sist û melûliyê ve diherikîn, ev rewş heta wekî roja îro berdewam e.

 

Em dikarin çapemeniya kurdî ya kaxetî bikin du qunax:

1-  Qunaxa çapemeniya kurdî ji serdemên damezrandina partiyên kurdî û heta serdema weşana pêşkeftina alavên weşana Elektronî.

2- Qunaxa çameniya elektronî di malper û saytên toreya Enternet de, ji salên 2000 ê dest pê dike.

Xala balkêş di qunaxa duyem de ew e ku alavên pêgihana giştî ji bin kontrola rêjîmê qertel bû, û partiyên siyasî jî nema karîn bi şêweyên kilasîk û bîrdozî tev bigerin, em dikarin bêjin ku alavên ragihandinê û toreya civakî karîn sînorên qedexe vderbas bike, ji vê çendê ew teysandina rûpelên rojnamegeriya kurdî sînordar ma. Ji hêla din ve jî sensûra rêjîmê li hember rojnamgeriya kurdî bi têra qedexeyê nekir, nivîskar , rojnamevan û heta bi siyasetvanan bi sanahî karîn derbirînên xwe û bi navên veşartî li ser rûpelên sayta biweşînin, piraniya weşanan ji salên 2003- 2011 bûn Enternêtî û malperên mîna (Sobaro, Keskesor, Kurd roj, Efrîna rengîn, kulîlk, Kurdistana binxetê,Kurd on lain, ajansa Qamişlo, Gemya kurda û bi dehan malperên din.).

Di baweriya min de her çendî qûnaxa rojnamegeriya kurdî ya pêşîn zêrîn be jî, ji ber ku stûnên rojnamegeriya kurdî hatin danîn,  lê ev qunaxa berhemdayin û tevgera civakî û rewşenbîrî di serdema nuha de em jiyan dikin, çalaktirin û hestiyar tirin, tevî em dizanin jî ku rojnamegeriya kurdistanî bi tevahî xwe negihandiye asta rojnameya  KURDISTAN  ji hêla bawerî û pîvanên profîşinal ve.

 

Arîşeyên rojnamegeriya kurdî û hêviyên ayinde yê

Hemû alavên ragihandinê û di serî de rojnamegeriya kaxezî di seranserî cîhanê de di kirîza windabûn û neşopandinê re derbas dibe, li ber deryê her pirtûkxaneyekî  bi dêzan rojname û pirtûk di bin terazê de dimînin û bikir berê xwe nema didin kirîna wan, nema tu kes pareyên xwe dike xusar ji bo kirîna çapemeniyê, heta radeya ku pirtûkxaneyên kesane di malan de bûne nola fentazîyek demborî, îro bi sanahî rojname û pirtûk bê pare dikevin ber destê çi mirovê bixwaze, ango pirtûk û rojname li xwêner digere, her wisa jî çavkaniyê wergirintinê gelek belavin û pirin, mita giştî hatiye veguherîn, dezgehên bi deng û dîmen li pêşin û bi bandorin di  veguherîna bîr û boçûnan de. Ji ber vê çendê çapemenî li welatên pêşkeftî neçar ma ku sîstema xwe biguhere û bi hevsengî di gel teknîka nûjen û xwestekên hevçerx re raweste, ji lew berê xwe da du mîkanizmên kar:

1- Pîşesaziya kar û hilbijartina babetên girêdayî çîneka civakê ya xwerû, mîna derxistina kovarên girêdayî ciwanan, spor, cil û berg, teknelojiya û her weha.

2- Palpêdana bûyer û rûdanên xwecihî û nûçeyên rasteqîne, bi ravekirinên pîşeyî û pisporî .

Arîşeya rojnamegeriya kurdî ji gelek sedeman bi pêş neketiye, hem ji encama qedexeya rêjîmên desthilatdar di kurdistanê de û hem kêm derfetiya bûçeya darayî, tevî ku em dizanin nakûkiyên siyasî bûn egerek sereke di parçekirina rojname û rojnamevanên kurd de, rojnamegeriya kurdî jî di warê teng û neşarazahî de ma, piraniya nivîskaran berê xwe dan rojnameyên bi zimanê biyanî û sûdewariya diravî jê girtin, babetên nivîsandina rojnamevanî kete nav destê behremendan û li gor xwestekên partiyên siyasî nivîsê xwe rêz kirin, ev e jî bû sedemek sereke ku rojnamegeriya kurdî kesayeta xwe winda kir û bandora wê li civaka kurdewariyê nekir, hêviya min ew e ku rojnamegeriya kurdî karibe carek din li ser piyê xwe raweste û bibe rojnamegeriyek hevçerx, rojnamegeriya bîr û boçûnan û çavdêriya hemû arîşe û nexweşiyên civaka xwe.

 

 

 

 

                                                                                                          MELEVAN RESÛL

 

 

 

 

 

المجلات الكردية الصادرة في سوريا وأنواعها

م اسم المجلة تاريخ الصدور الاعداد التي صدرت منها تاريخ التوقف عن الصدور المشرف والمدير العام الجهة الممولة ملاحظات
  بداية صدور الصحافة الكردية قبل تسلم الوطنيين للسلطة في سورية
1 كردستان 1889 31   مقداد مدحت بدرخان صاحب اليراع الذهبي مدحت بدرخان  
2 HAWAR   1 – 24            25 – 57 15-6-1943 جلادت عالي بدرخان مشاركة عدد من الادباء كاميران,جلادت,,جكرخوين,اوسمان صبري,قدري جميل …. الاعداد باللغة الكردية والعربية    الاعداد باللغة الكردية اللاتينية
3 RONAHÎ 1-4-1942 28 اذار 1945 جلادت بدرخان   ملحق لجريدة هاوار
4 ROJA NÛ       د: كاميران بدرخان   باللغة الفرنسية والكردية
5 STÊR   4 1946 د: كاميران بدرخان    
  مرحلة تسلم الوطنيين للسلطة وتشكيل التنظيم السياسي الكردي

 

1 GULISTAN 1968 مستمرة فترات متقطعة الشاعر جكرخوين حزب الديمقراطي التقدمي الكردي  
2 GELAWÊJ 1979 24 عدد 1994 نصرالدين ابراهيم ح د ك في سوريا البارتي انضمت الى مجلة pirs,  ثم انضمت اليها Bihar
3 XUNAV 1986 18 عدد 1995 محمود صبري حزب الديمقراطي الكردي السوري التحقت بمجلة Bihar
4 ROJ ثم تحول الى ROZ   مستمرة مع انقطاع وتبديل الاسم احمد عجة ثم بافي شيرو حزب الاشتراكي الكردي في سوريا  
5 BIHAR 1994 6 ستة اعداد 1998 عدد من الكتاب من التحالف الكردي احزاب التحالف الديمقراطي الكردي في سوريا  
المجلات المستقلة

 

1 GURZEK GUL 1989 15 1992 كوني رش و عبدالباقي حسيني   مستقلة وتعرضت الى الانشقاق ثم التوقف
2 ZANÎN 1991 12 1997 فرهاد جلبي و عبدالباقي حسيني   توقفت عن الاصدار بقرار من احزاب التحالف الكردي
3 ASO 1992 7 1999 كوفي و عبدالسلام داري وسيامند ابراهيم    
4 PIRS 1993 17 1999 هي مجموعة تضمنت ثلاث مجلات: Stêr, Gelawêj û Rê    
5 ROJDA 1995 9 1999 مجموعة من الكتاب   الاصدار في بيروت
الصحف والمجلات التي صدرت بشكل متقطع

 

1 NEWROZ 1995 8     حزب الوحدة  
2 DENG 1995 7     حزب الاتحاد الشعبي  
3 DELAV 1995 3 1996 مجموعة كتاب باسم “رونيز”    
4 HÊVÎ 1994 7 1997     طلابية بالكردية والعربية
5 XWENDEVAN   6 1997     طلابية بالكردية والعربية

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.