WELAT WELATÊ KÊ YE?! ..Zîwer ŞÊXO

0

 Di dema dawî de li Rojavayê kurdistanê peydakirina malekê (xaniyekî) bûye ji tiştên zehmet, ji ber sedema hatina jimareke mezin ji xelkê sûrî ên xwe li aramiya deverên kurdî digirin ku jimara li gor hin çavkaniyan digihêje nêzî (400000) Bandora zagona (49) ya ku ji aliyê rêjîma sûrî ve sala 2004 piştî serhildana 12’ê Adarê li Qamişlo hatibû derxistin, bi rengekî taybet bi bihaneya ku deverên sînorî ne, li herêmên kurdan ruxseta avakirina avahiyan dabû rawestandin! Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê 2012’an û ragihandina rêvebiriyên xweser li Kobanê, Efrîn û Cizîrê ji bo pêşxistina avahîçêkirinê derfet hatin vekirin; lê ji ber rewşa şer ambargo, ketina lîreya sûrî û buhabûna madeyên avahiyê ti guhertineke mezin li ser vî beşî ku wek bazarek bi serê xwe tê dîtin çênebû.

Di vê rewşa heyî de kesê ku karîbû bînayetan rake û projeya avahî-saziyê pêş bixe di serî de xwediyê sermayeyê ku bi armanca bazirganiyê tevdigerin ne, kesên din ên sûd ji vê aramî û derfetên ku li Rojava hatin peydakirin girtine xelkên ku bixwe ji Rojava ne lê bi kêmanî ji destpêka şoreşê ve pişta xwe dane welat û ber bi dewletê derve ango Başûr, Bakurê kurdistanê, Tirkiye û Ewrûpayê ve çûn! Ev rewş dibe ku li her devera ku di şert û mercê ku welatê (me) têde derbas dibe peyda bibin, lê tiştê ne normal ew e ku buhayê malekê (şiqekê) ji 3 milyonan derkeve 13 milyonan Û kirya şiqekê derkeve 50,000 di demekê de ku fona Endamekî asayîşê nagihê 90,000 LS. ‘Ma em xwe bikujin’ ev hevok weke qamcîyekî li ser berdeya guhê min ket.

Hevala min Henûn, ev weke nîşaneya bêhêvîtîyê diyar kir. Henûn yek ji wan kesên mayîna li ser xaka welat bijart û ev nêzî salekê ye li gel hevserê xwe di maleke kirê de dimînin.

Di vê demê de zêdeyî carekê kirîya malê li wan hatiye zêdekirin herî dawî xwediyê milk ji wan xwest ku xanî vala bikin.

Henûn û hevserê xwe ketin gera peydakirina malekê ku karibin barê kiriya malê rakin.

Yek ji tiştê ku em û Henunê matmayî hiştibûn, daxwaza 40,000 LS ji bo mehekê kirya malekê li taxa Hilêlîyê ku taxeke gelêrî ye, hate xwestin. lê ji bo min tiştê hîn ne xweştir ew bû dema ku min bihîst ku meta Henûn a ku li gel zarokê xwe ev çar sal in ji Rojava derbasî dewletek Ewrûpî bûne.

Wek çareserî ji birazîya xwe re gotiye derfetê ku ez maleké ‘şiqekê’ bikirim cêbûne ji min re bibîne û wek kirê dar têde bimîne !!

heger wê welatiyê rojavayê kurdistan yên mana li ser xaka welat û di sazîyên rêvebirîyén xweser de kar dikin wê bibin kirêdar li cem wan kesên ku pişta xwe dane şoreşê pirsa herî di cî de wê ev be ku ‘welat welatê kê ye’!?? Vê pirsê em radestî sazîyên rêvebiriya xweser dikin , bi hêviya ku bersiv ew be peydakirina zagonên banê kirê, temen û bihayê kirîn û firotina mal dikan erd bê danîn.

Leave A Reply

Your email address will not be published.